Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê girtî di girtîgehên rejîma Îranê de hatine îdamkirin

16:51 - 14 Kanûna Paşîn 2023

Pêka nûçeya ku Kempêyna Çalakvanên Belûç belav kiriye, sibêdeha roja Şemî 24ê Befranbarê, hevwelatiyekî Belûç yê bi navê “Ekber Şebexş” ê kurê “Bayan” û xelkê gundê “Sor Kurîn” ê girêdayê bajarê Zahidanê, bi tohemata madên hişber di girtîgeha navendî ya bajarê Zahidanê de hate îdamkirin.

Her di vê derheqê de roja Pêncşemî 22ê Befranbarê, hevwelatiyek yê bi navê “Mahir Êylûlî” yê temen 37 salî û bavê 2 zarokên temen biçûk û “Elî Ebaszade” bi tohmetên madên hişber û kuştina bi zanebûn” di girtîgeha “Adilabad” a bajarê Şîrazê de hatine îdamkirin.

Pêka amarên belavbûyî, di sala 2022an de 565 kes di girtîgehên rejîmê de hatine îdamkirin.