Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Navenda Teşkîlata Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li derheq bûyera bajarê Bokanê

10:25 - 15 Kanûna Paşîn 2023

Navenda Teşkîlata PDKÎ li derheq bûyera dilgiran a malbata “Şamihemedî” li Bokanê, ji malbata wî û xelkê Bokanê re sersaxiyê dibêje:

Di bûyera teqîna avahiya “Xefûr Şamihemedî” li bajarê Bokanê li şeva 22`ê Befranbarê de, 6 kes ji endamên malbatê canê xwe ji dest dan û çendîn kesên din jî birîndar bûn. Qurbaniyên vê bûyerê hemû endamên yek malbatê bûn û navên wan wiha ne: “Xefûr Şamihemedî, Gulçî hevjîna wî, û herwisa Mihemed kurê wan, Leyla buk û nevyên wan yên bi navên Nîla û Nîma bûn.”

Navenda Teşkîlata Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê tevî nîşandana hevxemiya Hizbê digel malbat û kesûkarên “Xefûr Şamihemedî”, çareseriyên bilez bo birîndarên vê bûyerê hêvî dike.