Di berdewamiya nerizayetiyên xelkê Kurdistanê ciwanek bajarê “Abdanan”ê bi tundî karbidestekî rejîmê rexne kir.
Bi nav Nûnerê xelkê bajarê “Abdanan” a ser bi bajarê “Îlam”ê li Mecilsa rejîmê yê bi navê “Bêhzad Elîzade” seredana xelkê wî bajarî kir ku, yek ji ciwanên wî bajarî di nava xelkê de ew karbidestê rejîmê rexine kir û rû li wî got: “Ger tu nûnerê meyî li mecilsê de, here û li mecilsê bêje de ku ciwanên Îlam û Abdananê û yên tev Kurdistanê rejîma Îslamî naxwazin”.