Navenda Ragihandin a Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, bi hilkefta derbasbûna 100 rojan li ser “Şoreşa Jîna”yê, namîlkeyek belav kiriye.
Roja Şemî 24ê Befranbara sala 1401an a Rojî, Navenda Ragihandin a Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, piştî derbasbûna 100 rojan li ser “Şoreşa Jîna”yê û bi armanca şirovekirin û lêkolînên ser aliyên cur bi cur ên vê serhildanê û nîşandana dîtingehên vê serhildana seranserî, namîlkeyek siyasî û şirovekarî belav kiriye.
Her di vê derheqê de berpirsê beşa “Çapemenî û Weşanên Navenda Ragihandina PDKΔ “Elî Budaxî” got: “Di vê namîlkeyê de hewl hatiye dan ku di wan çend gotar û lêkolînan de bersiva wan pirsiyaran bê dan ku qada siyasî, dîrokî û civakiya Şoreşa Jînayê çi ne, destkevtên vê şoreşê çi bûne û çendîn pirsiyarên din ên girîng li xwe digre.
Herwisa “Elî Budaxî” gotiye: “Di vê namîlkeyê de hewl hatiye dan ku, ji dîtingehên cuda û cur bi cur ve gengeşeya van pirs û gotaran bê kirin û di vê derheqê de rohnkirinên zêdetir bên kirin û dîtingeha vê şoreşê çawa tê şirovekirin, 22 gotar, hevpeyvîn û şiroveyên siyasî li xwe girtiye.