
Roja Înê 23ê Befranbarê bi nav dadgeha Şoreş ya rejîmê di berdewamiya cezayên serkutkirinê de, 4 welatiyên Kurd yên bi navên “Mensûr Şarban” “Hejar Ebasî” “Hîwa Qurbanî Eqdem” û “Mihemed Eliyasî” yên xelkê bajarê “Bokan”ê bo bajarê “Îranşehir”ê yê girêdayî bajarê Sîstan û Belûçistanê dûr xistin.
Roja Yekşemî 19ê Befranbarê, ew 4 welatiyên Kurd ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş ya rejmîa Îslamiya Îranê li bajarê “Mihabad”ê bo bajarê “Îranşehr”ê hatine dûrxistin.
Pêka dadnameyên dadgeha rejîmê “Mensûr Şarban û Hejar Ebasî” bo heyama 5 salan hatine dûrxistin û “Hîwa Qurbanî û Mihemed Eliyasî” bi 3ê salan dûr xistinê hatine cezadan.
Ew 4 welatiyên Kurd, sala 1398`an ji girtîgeha bajarê “Mihabad”ê bo girtîgeha bajarê “Bokan”ê hatibûn veguhastin.
Herwisa ew 4 welatiyên Kurd bi tohmeta hevkarî kirin digel opozîsyonên dijberî rejîma Îranê ji aliyê hêzên rejîmê ve li sala 1398an ve hatine binçavkirin.