Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî xelkê bajarê Pawe ji alliyê hêzên rejîmê ve hat binçavkirin

11:32 - 15 Kanûna Paşîn 2023

Roja Şemî 24`ê Befranbarê, welatiyekî xelkê bajarê “Pawe” yê bi navê “Mihemed Başek” di berdewamiya binçavkirina welatiyan ji aliyê hêzên tepeserker yên rejîmê ve hatiye binçavkirin û bo cihek nexuya hatiye veguhastin.

Rejîma Îranê di dawiya temenê xwe de givaşek zêde xistiye ser xelkê Kurdistanê û hemû cure cinayetekê li ser xelkê diceribîne.

Heta dema belavkirina vê nûçeyê ti zanyariyek serast li derheq tohmetên ku li dijî navbirî hatine sepandin û cihê mana wî ji ber dest nîne.