Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tohmetên rojnameya “Îran”ê ya ser bi rejîmê li dijî mizgefta Mekkî ya Zahidanê

12:08 - 15 Kanûna Paşîn 2023

Rojnameya fermî ya “Îran” ya ser bi rejîmê tevî bêrîzîkirin bi xelkê Belûç û gefxwarin li Mewlana Ebdulhemîd  pêşnimêj û kesayetiyê olî û naskirî yê Zahidanê, mizgevta Mekkî ya bajarê Zahidan bi cihê fitneyê daye zanîn.

Rojnameya Îran a girêdayê rejîma Îranê, tohemtan bi Mewlana “Ebdulhemîd Îsmaîl Zehî” dide ku pêka pîlanên dujminan çalakiyan dike û ciwanan han dide, îdi`aya vê rojnameya rejîmê di halekê de ye ku ev zêdeyî ji 100 rojan e ku hêzên serkutker ên ewlehî û leşkerî yên rejîmê bi hovanetirîn rewşê ciwan û zarokên Belûç îşkence dikin û dikujin û heta niha zêdetir ji 120 kes ji xelkê Belûç şehîd kirine.

Herwisa vê rojnameya rejîmê tevî bêrêzîkirin bi mizgevta “Mekkî” ya bajarê Zahidanê, wek navenda fitne û navenda alozker a ewlehiyê binav kiriye û tohemta han dana ciwanan di çarçoveya pîlanên dujiminan de bi rêveberê vê Mizgevtê daye.

Îdi`a û bêrêziyên vê rojnameya rejîmê di halekê de ye ku, ew parêzgeh ji destpêka şoreşa gelên Îranê  heta niha ji hemû pêragihîştinek bêpar bûye û di “Şoreşa Jîna”yê de jî, bi hovanetirîn şêwazî xelkê wir hatiye serkut kirin.