Nûçenameya zanîngeha Emîrkebîr a Tehranê belavkiriye ku, Şêwreya Pirensîpê ya vê zanîngehê ragihandiye ku, nêzî 40 xwandekarên wê zanîngehê cezaya paşxistina xwandinê û bê parbûn ji hemû îmkanatên xweşderbasiyê yên weke cihê razanê û xwaringeha zanîngehê li ser wan hatiye sepandin.
Berê jî, heyeta birêveberiya zanîngeha Emîrkebîrê, dewra xwandina hejmarek ji xwandekarên vê zanîngehê paşxistbû û cezayên weke bêparbûn ji hundrbûna xewingehê û mifahwergirtin ji îmkanatên zanîngehê li ser hejmarek ji xwandekaran sepandbû.
Herwisa hejmarek din jî, ji xwandekarên vê zanîngehê bi bê birêveçûna Komîteya Pirensîpê, cezaya paşxistina xwandinê û pêşîgirtin ji hundrbûna zanîngehê li dijî wan sepandine.
Li gorî bendên 38, 43 û 44 ên yasaya bingehîn a nû, wir şûnda her kombûnek li dijî Komara Îslamî ya Îranê be yên weke, hewlên nîşandana nerazîbûnê bi nivîsandina siloganan ji bo xwendekarên zanîngehê qedexe ye û bi tundî tê cezakirin.