Welatiyekî xelkê bajarê Mihabad ê bi navê “Selah Mûsewîrad” ji aliyê hêzên Îtilata`at a rejîmê ve hat binçavkirin û bo cihek nexuya veguhastin.
Pêka rapora Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Şemî 24ê Befranbarê, welatiyekî xelkê Mihabadê yê bi navê “Selah Mûsewîrad” di şeqama “Menbe`i”ê de ji aliyê hêzên Îtila`at a rejîmê ve li bajar Mihabadê hat binçavkirin û bo cihek nexuya veguhastin.
Ew welatiyê Kurd di dema binçavkirinê de rastî lêdan û tundûtijiya hêzên rejîmê hatiye.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, sedema binçavkirin û cihê ragirtina navbirî nehatiye zanîn.
Piştî kuştina hikûmetî ya “Jîna Emînî”yê ji aliyê hêzên serkutker ên rejîmê ve û serhildana seranserî ya gelên Îranê li dijî desthilata rejîmê, dezgeha serkut ya vê rejîmê bona tirsandina xelkê şîpela binçavklirina welatiyan dest pê kiriye û her roj, bi bê hebûna belgeyan, çendîn kesan binçav dikin.