Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevwelatiyên Kurdistanî û Îranî yên rûniştiyên Venkovêra Kanadayê bo piştevanîkirin li serhildana gelên Îranê xwenîşandan lidar xistin

16:11 - 15 Kanûna Paşîn 2023

Roja Şemî 14`ê Kanûna Paşîn a 2023`an, bi amadebûna hezaran hevwelatiyên Kurdistanî û Îranî  yên neteweyên Îranê yên li dijî rejîmê û bi taybet bo îdamkirinên vê dawiyê xwenîşandanên mezin lidar xistin.

Herwisa çendîn peyam li derheq serhildana û bitaybet li derheq cinayetên rejîmê yên li Kurdistanê hatin pêşkêşkirin. Û peyamek jî ji aliyê Komîteya Partiya Demokrat li ser rewşa niha ya Îranê û bi giştî rewşa Kurdistanê bi zimanê îngilîzî hatibû amadekirin, ji aliyê Faîze Nowzad hat xwandin û nûnerê Saziya Kedkaran li parêzgeha Birtîş a Kolombiyayê jî, bo piştevanîkirin ji xelkê serhildayî yên li Îranê peyamek pêşkêş kir.

Di dawiyê de ji aliyê girûpa muzîkjena Kurdî çendîn stran hatin pêşkêşkirin û bername bi meş û dana siloganên li dijî rejmê dawî pê hat.

Komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê.