Endam û alîgirên Hizba Demokrat li devera “Şarwêran” a bajarê Mihabadê, çalakiyên berfireh a banghêjiyê lidar xistin û li ser dîwarên gundên vê deverê siloganên taybet bi 2ê Rêbendan û şoreşa Jînayê nivîsandin.
Şeva Şemî 24ê Befranbarê, endam û alîgirên Hizba Demokrat û ciwanên xwedî xîret ên devera Şarwêran û derdora Şarwêranê, bi çalakiyek berfireh û kêm mînan, bi nivîsandina siloganên taybet bi 2ê Rêbendan û Şoreşa Jînayê, 77emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê pîroz kirin.
Endam, alîgir û ciwanên bivêr ên devera Şarwêranê bi siloganên wek: “Bijî Demokrat, berdewam be rêbaza Dr. Qasimlo, 2ê Rêbendanê pîroz be, bimre Xamineyî, Komara Kurdistan hawara rizgariya neteweyekê ye, heta serkevtina dawî em nasekinin, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bimre caş” “Bimre dîktator”, “Bijî rêbaza Dr.Qasimlo” û çendîn siloganên din, tevî pîrozkirina vê roja dîrokî, soza xwe digel rêbaza şehîdan nû kirin û soz dan heta gihîştin bi armancên gelê Kurd û Komara Kurdistanê, dest ji tekoşînê hil negirin.