Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birîtaniyayê Balyozê xwe li Îranê bi awayê demkî gazî kir

16:52 - 15 Kanûna Paşîn 2023

Wezîrê Derve yê Birîtaniyayê, “Cêym Kilorlî” tevî gazîkirina Balyozê Birîtaniya li Îranê, bi rêya belavkirina Twîtt”ekê nivîsandiye: “Balyozê Birîtaniyayê bi armanca şêwirkariyê hatiye gazîkirin û em mijûlî lêkolînan li derheq îdamkirina Elîriza Ekberî bi destê rejîma Îranê ne.”  

Piştî îdamkirina Elîriza Ekberî ku nasnameya “Birîtanî-Îranî” hebû, Wezareta Derve ya Birîtaniyayê Kardarê rejîma Îranê li bajarê “Lenden”ê banghêj kiribû û piştre serdozgerê Giştî yê rejîma Îranê xiste nav lîstê tehrîman de.

Herwisa “Cêym Kilorlî” di roja Şemî 24`ê Xezelwerê de jî bi rêya belavkirina “Twitt”ekê nivîsandibû: “Tehrîmkirina îro ya serdozgerê Îranê nîşana nefreta me ji îdamkirina Elîriza Ekberî ye û serdozgerê giştî, navenda bingehîn ya sepandina cezayê îdamkirinê ye”.

Herwisa Balyozê berê yê Brîtanyayê li Tehranê ragihand ku du sedem li pişt îdamkirina welatiyê Brîtanyayê hene. Yekem Îran dixwaze xelkê bitirsîne û ji wan re bibêje, her kesê bi dijminan re kar bike dê bibe çarenûsa Elî Riza Ekberî. Sedema duyemîn jî wedigre bo ser givaşên Birîtaniyayê ku dixwaze, Saziya Spaha Pasdara Îranê bixe di nav lîsteya girûpên terorîstî de Îran dixwaze pêşî li van hewldanan bigire.