
Roja Yekşemî 25`ê Befranbara 1401`an(15`ê Kanûna Paşîn a 2023`an), 5`ê welatiyên Kud yên bi navên “Elî Gulmihemedî, Velî Gulmihemedî, Mes`ûd Darsenc, Tûfîq Resûlî û Saman Mengur” yên xelkê bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên serkutkar yên rejîmê ve hatine binçavkirin û bo cihek nexuya veguhastine.
Herwisa Ajansa Nûçegihanî ya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê daye zanîn ku, ew 5`ê welatiyên Kurd bi bê hebûna belgeyên dadweriyê hatine binçavkirin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê li derheq binçavkirin û tohmetên dijî wan 5`ê welatiyên Kurd ti zanyariyek ber dest nine.