Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara şehîd û binçavkiriyên xwenîşandanên seranserî yên Kurdistan û Îranê\ 524 kes hatine şehîdkirin

09:59 - 16 Kanûna Paşîn 2023

Organa komek ji çalakvanên mafê mirovî ya bi navê Hêranayê daye zanîn, ji 26`ê Xermananê heta 25`ê Befranbarê, 524 xwenîşander di xwenîşandanên seranserî yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine şehîdkirin ku, 71 ji wan temenê wan di bin 18 saliyê de ye.

Pêka amara “Hêrana”yê, di serhildana seranserî de, heta niha 19,401 xwenîşander ji aliyê hêzên serkutkar yên rejîma Îranê ve hatine hinçavkirin û tenê nasnameya 4,973 kesan eşkere bûye.

Herwisa “Hêrana”yê ragihandiye, heta niha 713 xwandekar di meşa xwenîşandanên seranserî yên Kurdistan û Îranê de hatine binçavkirin û li 164 bajaran de kombûnên nerizayetî hatine lidarxistin û herwisa li 144 zanîngehan de jî kombûnên nerizayetî yên xwandekaran hatine lidarxistin.