Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li welatê Otirîşê li dijî rejîma Îslamiya Îranê xwenîşandan hat lidarxistin

10:21 - 16 Kanûna Paşîn 2023

Roja Şemî rêkevta 24`ê Befranbara 1401`an a Rojî(14`ê Kanûna Paşîna 2023`an), li welatê Otrîşê hejmarek saziyên wî welatî digel hejmarek saziyên Kurdistanî bi mebesta piştevanîkirina saziyên Otrîşê li xwenîşandan û nerizayetiyên hundrî Îranê xwenîşandan lidar xistin û bona nasandina Saziya Spaha Pasdarana rejîmê di nav civaka navdewletî de weke saziyeke terorîstî hewl dan.

Herwisa di vê xwenîşandanê de nêzî 400 kes ji welatiyên Otirîşê û Îraniyên rûniştî di wî welatî û Kurdên parçên din yên Kurdistanê amadebûn û çendîn endamên parlementoya Otirîşê û endamên partiyên Otrîşê di vê xwenîşandanê de axavtin.

Herwisa Komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Otirşê û saziya Kurdên pêyrewa Yarsan yên li Otirîşê jî di rêkxistin û birêvebirina vê xwenîşandanê rolek girîng lîstine.