Roja Yekşemî 25ê Befranbarê “Bedî`e Şerîfpûr” dayîka “Mihemed Feramerizî” girtiyê siyasî yê Kurd ku digel çend kesên din ku ev heyama 6 mehane ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine binçavkirin û qedera wan nexuyaye bi belavkirina girte vîdyoyekê tevî nîgeranbûn li derheq qedera kurê xwe ji saziyên mafê mirovî, saziyên navnetewî û civaka cîhanî daxwaza hevkariyê dike bona zelalbûna qedera kurê xwe.
Heyama 5 meh beriya niha 4 çalakvanên siyasî yên xelkê Kurdistanê yên bi navên “Muhsên Mezilûm” xelkê bajarê “Mihabad”ê “Mihemed Feramerzî” naskirî bi “Hejîr” xelkê bajarê “Dêwilan”ê “Wefa Azerbar” xelkê bajarê “Bokan”ê û “Pêjman Fatihî” xelkê bajarê “Kamêran”ê ku li gundê “Îngîce” yê girêdayî devera Soma ya ser bi bajarê “Urmiyê” ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin binçavkirin û heta niha qedera wan nexuya ye.
Rejîma Îranê ew 4 welatiyên Kurd bi tohmeta sîxûrî kirin bo Îsraîlê tawanbarkirine û niha canê wan di metirsiyê de ye.