Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema kirîza gazê li Îranê, îdare û xwendigeh li zêdetir ji 14 parêzgehande hatine daxistin

10:53 - 16 Kanûna Paşîn 2023

Di berdewamiya kirîza gazê de li zêdetir ji 14 parêzgegehan, xwendingeh û navendên hînkariyê hatine daxistin û givaşa gazê bi qasekê kêm bûye ku di piraniya parêzgehan de pirsgirêka qutbûna gazê heye.

Di parêzgehên Xurasan, Hemedan, Kirmaşan, Sine, Îsfehan, Tewrêz, Sîstan û Belûçistan, Zencan, Simnan, Qezwîn, Elborz û Tehranê de bi sedema qutbûna gazê, bûye sedem ku gelek taxên barjarên wan parêzgehan bê gaz bimînin û xwendingeh û navendên hînkariyê bêne daxistin.

Herwisa bi sedema qutbûna qazê piraniya nanwaxaneyan li bajaran rastî pirsgirêkan hatine û hejmarek zêde ji wan nikarin nanê hewce bo xelkê bipêjin.

Herwisa çendîn kompaniyên berhemhênerên pola û kompaniyên din ên pîşeyî wek kompaniya “nefta millî” bi sedema qutbûna gazê karê xwe sekinandine.

Di vê derheqê de Serkomarê rejîma Îranê “Îbrahîm Reîsî” tevî înkara qutbûna berfireh a gazê li Îranê, bêşermane îtiraf kiriye ku bi sedema paşkevtnekirina gazê ew pirsgirêk heye û kompaniya paşkevtkirina gazê hatiye daxistin.