Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şêwreya Hevahengî ya Sendîkaya Mamostayan daxwaza derkevtina hêzên rejîmê ji xwendingehan kirine

12:28 - 16 Kanûna Paşîn 2023

Şêwreya Hevahengî ya Sendîkaya Mamostayan ragihandine: “Hatin û mana hêzên ewlehî û leşkerî di xwendigehan de bi her hincetekê, neyasayî ye û destdirêjî bo ser navendên perwerdehiyê ye û em daxwaza derkevtina wan hêzan ji xwendingehan dikin”.

Şêwreya Hevahengî ya Sendîkaya Mamostayan daxwaza dawîhatin bi amadebûna hêzên rejîmê di xwendingehan de kirine û ragihandine: “Destpêktirîn mafê dersxwanan bi sedema neşiyana tevaw a wezaretxaneyê hatiye binpêkirin û erêkirina wezîrê bikêrnehatiyê Perwerde û Hînkariyê gihîştiye qonaxekê ku beşek ji xwendigehan li Îranê bûne binkeyên hêzên ewlehî”.

Hêzên ewlehî û leşkerî yên rejîmê bi cihgîrbûn û danîna kamêrayên çavdêrî li navendên perwerde û hînkariyê û binçavkirina dersxwan û xwendekaran, rewşek tevaw milîtarîzekirî çê kirine û heta niha ciyayetên hovane ên wek destdirêjiya bikom li ser keçek 14 salî li Tehranê ku bû sedema canjidestdana wê û bi lêdana derban bi serê dersxwanan bûne sedema şehîdbûna 10an zarokên dibistanî.

Cihgirê Ewlehî û Întizamî yê Wezîrê Navxwe, “Mecîd Mîr Ehmedî” amadebûna hêzên ewlehî di xwendigehan, xevtingehan û binçavkirina desrxwan û xwendekaran ji aliyê wan hêzan ve înkar dike.