Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjeya binçavkirina welatiyan û givaşên rejîmê li bajarê Ciwanro yê piştî cileya şehîdan zêdetir bûye

12:01 - 2 Kanûna Paşîn 2023

Pêka rapora Navenda Mafê Mirovî ya Kurdistanê piştî çileya şehîdên bajarê “Ciwanro”yê û serhildana xelkê wî bajarî rêjeyek zêde ji hêzên Spaha Pasdaran a terorîst û hêzên ewlehî yên rejîma Îranê di nava bajar de hatine cihgîrkirin û bajar bi tewahî hatiye milîtarîzekirin û heta niha aliyê kêm 10 welatî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine binçavkirin.

Navenda Mafê Mirovî ya Kurdistanê navê 8 kes ji wan binçavkiriyan ragihandiye ku bi wî awayî ne: “Osame Yusifî, Yasir Hidayetî, Fireydûn Ehmedî, Edirîs Bedyey, Yehiya Ebdî, Edirîs Fetihî, Şahîn Xwedamuradî û Sadiq Mistefayî” û herwisa ragihandiye jî, piştî binçavkirina wan welatiyan, ew ji aliyê hêzên Spahê û Îtilaatê ve bo cihek nexuya hatin veguhastin û qedera wan nexuya ye.

Herwisa li roja Şemî 10`ê Befranbarê heta îro zêdetir ji 15 welatiyên bajarê “Ciwanro”yê bi teqeya hêzên rejîmê hatine birîndarkirin û welatiyek bi navê “Borhan Elyasî” temen 22 salî jî, hatiye şehîdkirin.