Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birîtaniya bo pêşîgirtin ji qaçaxkirinên deryayî yên rejîma Îranê hêzek nû ya deryayî ava dike

12:30 - 16 Kanûna Paşîn 2023

“Admiral Adrienne Fryer” Cêhgirê Fermandarê Hêza Deryayî ya Hevbeş, ya Hêza Navneteweyî di hevpeyvîneke taybet digel rojnameya "Daily Mail" re ragihand ku, ew dê fîloya keştiyên robotîk ên bêpîlot ava bike ku dê li avên Rojhilata Navîn de dewrê bigerînin da ku pêşî ji qaçaxçîtiya berfireh a çek û madeyên hişber ji Îranê ber bi welatên Okyanûsa Hindê ve bigirin.

Wî berpirsê lekşerî yê Birîtanyayê got jî: Ew hêza navneteweyî ku erka wê parastina ewlekariya avên Rojhilata Navîn e, fîloya robotîk ku dê ji sed keştiyên bêpîlot pêk bê, biryar e ji demsala Havîna îsal ve dest bi çalakiyên xwe bike.

Herwisa “Admiral”, di vê hevpeyvînê de ragehand ku, wî bi tam hay ji “metirsiya hertimî” ya rejîma Îranê he ye û rejîma Îslamî bi “sedema sereke ya ne aramiya Rojhilata Navîn” bi nav kir.