
Keçika Kurd ya temen 16 salî ya bi navê “Hestî Husênpenahî” xelkê bajarê “Dêwilan”ê li 19ê Xezelwerê ve heta niha ku ev zêdetir ji 2 mehan e di komayê de ye.
Ew keça Kurd derisxwan bû, û hêzên rejîma Îranê du meh berî niha êrîşî ser xwandingeha wan kiribûn û bi batoman li serê wê xistibûn, bi sedema derba giran ya hêzên hov yên rejîmê “Hestî” bêhiş dibe û ji bo nexweşxaneya bajarê “Dêwilan”ê tê veguhastin û piştire bi sedema kûrahiya birînan bo nexweşxaneya “Kewser” a bajarê “Sinê” tê veguhastin û heta niha hişyariya xwe bi dest ve ne aniye û di komayê de ye.
Hêzên rejîma Îranê ji malbata wê keça Kurd gef xwarine ku divê bêjin keça wan xwekujî kiriye û herwisa ji bavê wê gef xwarine ku divê bêje keça wê xwe ji maşînê avêtiye xwarê, lê, malbata wê qebûl nekirine û dayîka wê ragihandiye ku bi sedema derba batomên hêzên rejîmê keça wê rastî xwînrêjiya mêjî hatiye û niha di komayê de ye.