Tevî vê ku li bajarê Sinê rewşek ewlehî ji aliyê rejîmê ve hate afirandin, çileya şehîd “Hûmen Ebdullahî” li bajaroka Hesenava bi rê ve çû.
Îro Duşemî 26ê Befranbara 1401an a Rojî, piştî vê ku ji aliyê ciwanên azadîxwaz ên Sinê ve banghêjiyek bo rêûresma çileya şehîd “Hûmen Ebdullahî” hate belavkirin, xelkek zêde ji bajarê Sinê û derdora vî bajarî li ser gora navbirî kom bûn û peymana emegmnasiyê digel hemû şehîdên Kurd û Kurdistan û nemaze şehîdên şoreşa Jînayê nû kirin.
Beşdarbûyên wê rêûresmê bi siloganên “şehîd namirin, jin, jiyan, azadî û Kurdistan goristana faşîstan, yad û bîra wî şehîdê bilind nirxandin.
Şehîd Hûmen Ebdullahî, şeva Çarşemî 16ê Sermaweza 1401an a Rojî, li dema serhildana xelkê Kurdistanê li dijî rejîma Îranê, li bajarê Sinê bi teqeya hêzên rejîma serkutkar a Îranê hate şehîdkirin û tevlî karwanê nemiran bû.