
Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê di nûçeyekê de daye zanîn ku, şeva Yekşemî 25ê Befranbara 1401an a Rojî, mamosta Hesen Fethî Xizirlekî, pêşnimêjê gundê “Qaziliyan” yê ser bi bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hate girtin.
“Kurdpa”yê daye zanîn, hêzên ewlehî bi bê hebûna belgên yasayî ew mamosteyê olî binçav kirine û bo cihek nexuya veguhastine.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê ti zaniyariyek derheq tohmet û cihê ragirtina navbirî berdest nînin.