Endam û alîgirên Partiya Demorkat a Kurdistana Îranê li bajarê Mihabadê, di nêzîkbûna 2`ê Rêbendanê de, tirba pîroz a Pêşewa Qazîmihemed bi gulavê şoştin.
Roja Duşemî 26`ê Befranbara 1401`an a Rojî, di nêzîkbûna 2`ê Rêbendanê salroja damezrandina yekemîn Komara Kurdistanê li ser destê Pêşewa Qazîmihemed, endamên PDKÎ bi mebesta rêzgirtin li Pêşewa û herwisa pêşwazîkirin ji vê roja dîrokî, seredana tirbên şehîdan yên bi navên, Pêşewa Qazîmihemed, Seyf Qazî û Sedirê Qazî kirin û tirbên pîroz yên wan şehîdan bi gulavê şoştin.
Hedem endamên Hizbê, peymana emegnasiyê digel rêbaza Pêşewa Qazî û Hizba Demokrat nû kirin.
Pêşewa Qazîmihemed, Seyf Qazî û Sedir Qazî, li rêkevta 10`ê Xakelêweya sala 1326`an, ji aliyê rejîma Pehlewî ve li bajarê Mihabadê hatin îdamkirin.