
Di heyama sala 2022an a Zayînî de, nêzî 300 kolber li ser sînorên Kurdistanê ji aliyê hêzên dagîrker ve hatine birîndar û kuştin.
Li gor amara Saziya Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, di heyama sala 2022an a Zayînî de, aliyê kêm 290 kolber û kasibkarên Kurd li ser sînorên Kurdistanê, ji aliyê hêzên serkutkar ên rejîma Îranê ve bûne qurbanî ku 46 kesan canê xwe ji dest dane û 244 kes jî birîndar bûne.
Ev amare bi berawird digel sala 2021an, 75 wate %35 bilind bûye.
209 kes ji wan kolberane bi teqeya rasterast a hêzên dagîrker ên rejîma Îranê bûne qurbanî; Herwisa 35 kolber bi sedema bûyerên surûştî yên wek “berbûn ji bilindahiyan ve, xendiqîn di nav rûbaran de, lêdana biroskê û di nav sir û seqemê de birîndar an jî canê xwe ji dest dane.