Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lidarxistina çalakiyên banghêjî li devera Urmiyê

10:54 - 17 Kanûna Paşîn 2023

Endam û alîgirên PDKÎ li devera Urmiyê bi hilkevta salroja avakirina Komara Kurdistanê çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Şeva Duşemî, endam û alîgirên PDKÎ li gundê “Naznaz” yê girêdayî devera “Dol”ê bi belavkirina tirakt û siloganên taybet bi 2ê Rêbendanê û herwisa daliqandina pilakkartên taybet bi salroja avakirina yekemîn Komara Kurdistanê ew roj bilind ragirtin.

Endamên Hizbê tevî belavkirina siloganên weke “Mirin û neman bo Xamineyî” û desthilata wê ya dîktator pêşwazî ji 2ê Rêbendanê kirin û peymana emegnasiyê digel şehîdên Kurdistanê û nemaza şehîdên şoreşa “Jîna” yê nû kirin.

Piştî lidarxistina wê çalakiyê bikirêgirtiyên rejîmê bi mebesta jêbirina wan silogan û hilgirtina wan tiraktan çûne nava gundê “Naznaz”ê, û ji wan bikirêgirtiyên rejîmê hatiye ragihandin ku divê heta 22ê Rêbendanê hemû şevekê li wî gundî pasevanî hebe.

PDKÎ tevî sipasî û mandînebûnî ji endam û alîgirê Hizbê li Rojhilatê Kurdistanê, hêviya saxî û silmetiyê û berdewambûn di kar û barên Hizbê de bo wan dixwaze.