Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Mihabadê hêzên serkutker 5 welatiyên Kurd binçavkirin

10:53 - 17 Kanûna Paşîn 2023

Roja Duşemî 26`ê Befranbara 1401`ana Rojî(16`ê Kanûna Paşîna 2023`an), 4 welatiyên Kurd yên bi navên “Celal Elewî, Mes`ûd  Şipihe, Cemal Elewî û Keyvan Qasimzade”, yên xelkê gundê Kosekerêz a ser bi bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên serkutker yên rejîmê ve hatin binçavkirin.

Pêka zanyariyên ku gihîştin bi malpera “Kurdistanmedia”yê, hêzên ewlehî yên rejîmê êrîşkirine ser avahiyên wan 4 welatiyên Kurd û bi bê hebûna belgeyên dadweriyê ew binçavkirine.

Dubare li Mihabadê, roja Yekşemî 25`ê Berfranbara 1401`an a Rojî, di berdewamiya binçavkirinên bikom a welatiyên Kurd de, ji aliyê hêzên serkutkar yên rejîma Îranê ve, Resûl Behmenî yê xelkê gundê Xorxore ya ser bi wî bajarî hatiye binçavkirin.

Herwisa hêzên serkutker yên rejîmê piştî binçavkirina wan 5 welatiyên Kurd, ew bo cihgeke nexuya veguhastine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sedem û tohmetên dijî wan 5 welatiyan ti zanyariyek ber dest nine.