Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê bajarê “Turbet Cam” bi sedema qutbûna gazê hatine ser şeqaman

10:57 - 17 Kanûna Paşîn 2023

Şeva Duşemî 26ê Befranbarê xelkê bajarê “Turbet Cam” yê girêdayî parêzgeha “Xurasana Rezewî” bi sedema kêmbûn û qutbûna gazê hatine ser şeqaman û li dijî rejîmê û karbidestên wê silogan dan.

Xelkê wî bajarî li hember Fermandariya “Turbet Cam” û “Hevya Sor” a wî bajarî kombûn, lê, ti bersivek ji aliyê karbidestên rejîmê ve bi wan re nehat dan û hatine ser şeqaman, piştî heyamekê Farmandarê wî bajarî hat digel bertekên tund yên hevwelatiyan rû bi rû bû, û xelkê kom bûyî bi dengê bilind hawar kirin “Em karbidestên direvker naxwazin, mirin bo direvker, em berpirsên kêrnehatî naxwazin.”

Heta direngiya şevê xelk li ser şeqaman bûn û li dijî rejîmê û kêrnehatîbûna berpirsên rejîmê silogan dan, û hêzên rejîmê jî weke hertim hatine nava xelkê û êrîşkirine ser wan û di navbera xelkê û hêzên rejîmê de şer derket holê.

Ev heyama zêdetir ji 3ê rojan e ku, li bajarê “Turbet Cam”ê gaz bi giştî qut bûye û karbidestên rejîmê ti hewlekê bo çarserkirina vê pirisgirêkê nadin.

Kirîza nebûna gazê di demsala Zivistana îsal de, li zêdetir ji 16 parêzgehên Îranê bûye arîşeyek micid û berpirsên rejîmê jî ti pêngavekê bona çareserkirina vê arîşeyê nahavêjin.