Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cezayê şer digel xwedê bi ser hevwelatiyek temen 18 salî de hat sepandin

16:29 - 2 Kanûna Paşîn 2023

Nûçegihaniya “Hêrana”yê belavkiriye ku “Mehdî Mihemedîferd” xortê temen 18 salî û xelkê bajarê “Nûşehir”ê ku di meşa serhildanên seranserî ya gelên Îranê hatibû de hatiye binçavkirin, ji aliyê taya 1 a dadgeha Înqilab a bajarê “Sarî”yê bi tohmeta “Şer digel xwedê ” 2 caran bi îdamê hatiye cezadan.

Herwisa “Hêrana”yê di nûçeyek din de belav kiriye ku, li girtîgeha bajarê “Kerec”ê 4 girtiyên ku bi îdamê hatine cezadan, roja Şemî 10`ê Befranbarê bo odeyên takekesî yên wê girtîgehê hatine veguhastin û wê nûçegihaniyê ragihandiye jî, ku hîn nasnameya wan kesan nehatiye eşkere kirin.

Her di vê derheqê de, Navenda Mafê Mirovî ya Kurdistanê di nûçeyek cuda de belav kiriye ku, gefa birîna tiliyên “Murteza Îsmîliyan” ku nêzî 10 salan berî niha bi tawana diziyê hatibû binçavkirin û niha li girtîgeha Navendî ya bajarê “Urmiyê” de ye heye, û navbirî bo cîbicîkirina cezayê bo cihek nexuya hatiye veguhastin.