Endam û alîgirên Hizba Demokrat li navçeyên derdora bajarê Şinoyê, bi hilkefta salroja damezrandina Komara Kurdistanê çalakiyên banghêjî lidar xistin.
Şeva Duşemî 26`ê Befranbara 1401`ana Rojî(16`ê Kanûna Paşîna 2023`an), endam û alîgirên Hizba Demorkat li bajarê Şinoyê, bi belavkirina trakt û sloganên taybet bi 2`ê Rêbendanê û herwisa daliqandina pilakartên taybet bi salroja damezrandina yekemîn Komara Kurdistanê, hatina vê salrojê pîroz kirin.
Ew cihên ku çalakiyên banghêjî wir hatine lidar xistin wiha ne: Kolanên Selîmava, Şehreka Ferhengiyan û Rehîmava.
Tevî hemû givaşên rejîmê yên li ser xelkê Kurdistanê, evîndarên rêbaza tijî serbilindî ya Hizbê li navxweyî welat de, dest ji kar û çalakiyan ber nadin û berdewam in di birêvebirina çalakiyên banghêjî di hikeftên Hizbê û neteweya xwe de.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê tevî spasîkirin û gotina mandînebûnê ji endam û alîgirên PDKÎ yên li navxweyî welat re, tendrustî û berdewambûna wan di birêverbirina erkên Hizbî û neteweyan wan de hêvî dike.