Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li welatê Firanseyê xwenîşandanek bo bi terorîst nasandina Spaha Pasdaran hat lidarxistin

11:47 - 17 Kanûna Paşîn 2023

Roja Duşemî 26ê Befranbarê Kurdistanî û Îraniyên rûniştî yên li welatên Ewropî li bajarê “Êstrasborg” a li Rojhilatê welatê “Firensa”yê li hember Parlemena Ewropayê xwenîşandanek lidar xistin û ji Parlemena Ewropayê daxwaz kirin ku Spaha Pasdaran ya rejîmê weke saziyek terorîstî bidin nasandin.

Bi giştî Kurdistanî û nemaza endamên PDKÎ û Komîteya PDKÎ li welatê “Firansa”yê bi alaya Kurdistanê bi awayeke berfireh beşdar bûn û Kurdistanî û Îraniyantevî amadebûna di vê xwenîşandanê de li dijî Spaha Pasdaran silogan dan.

Di vê derheqê de “Robêrta Metsola” Seroka Parlemena Ewropayê ku di vê xwenîşandanê de beşdarî kiribû rû li xelkê neteweyên Îranê got: “Ya ku îro diqewime rewtek ciwan û dîrokî ye û bê guman hûn dê serbikevin, Ewropa hertim piştevanê gelên Îranê ye û bi berdewamî jî dê piştevanê ve be.”

Herwisa navbirî zêde jî kir ku: “Welatên Ewropayê bo piştevanîkirin ji gelên Îranê givaşek zêde xistine ser Yekîtiya Ewropayê heta ku Spaha Padsaran weke saziyek terorîstî bidin nasandin.