
Roja Sêşemî 27`ê Befranbara 1401`ana Rojî(17`ê Kanûna Paşîn a 2023`an) Nûçegihaniya “Haweş” ragihand ku “Mensûr Hormozî” xortê Belûç yê temen 24 salî û xelkê Zahidanê ku di xwenîşandanên xwînavî yên Zahidanê de, ji aliyê hêzên serkutker yên rejîma Îranê ve birîndar bibû şehîd bû.
Mensûr Hormozî ku bi teqeya rasterast ya hêzên serkutker û hov yên rejîmê ve birîndar bibû, piştî derbasbûna 4 mehan, bi sedema kûrahiya birînan şehîd bû.
Herwisa pêka gotina çavkaniya agehdar, “Mensûr Hormozî”, bê nasname bûye û piştî derbasbûna 108 rojan li ser birîndarbûna wî bi destê hêzên serkutker yên rejîmê, şehîd bû.