Endam û alîgirên PDKÎ li bajarên “Mihabad, Pîranşar û Banê” bi hilkevta salroja avakirina Komara Kurdistanê çalakiyên banghêjiyê lidar xistin.
Şeva Sêşemî 27ê Befranbarê, endam û alîgirên PDKÎ li bajarê “Mihabad, Pîranşar û Banê” bi belavkirina tirakt û siloganên taybet bi 2ê Rêbendanê û herwisa daliqandina pilak kartên taybet bi salroja avakirina yekemîn Komara Kurdistanê, hatina ew roja pîroz bilind nirixandin.
Ew cihên ku li Mihabadê çalakiyên banghêjiyê wirda hatine lidarxistin wiha ne: devera Şamat, gundê Talav, Piştep, xwandingeha Berê Şîlanan û xwandingeha Hesenzade.
Endam û alîgirên Hizbê li bajarê Banê li ser çiyayê “Arbaba” yê bi bilindkirina alaya Kurdistanê û nivîsandina silogana “Jin, Jiyan, Azadî” û herwisa siloganên taybet bi salroja avakirina Komara Kurdistanê ew roja bilind nirxandin.
Herwisa têkoşerên Hizba Demokrat li piraniya tex û şeqamên Pîranşarê çalakiyên banghêjiyê lidar xistin.
Tevî hemû givaşên rejîmê bo ser xelkê Kurdistanê û evîndarên rêbaza pirr ji serwerî ya Hizbê li Rojhilatê Kurdistanê pêşmergên bajar dest ji kar û çalakiyên xwe hilnagirin û bi lidarxistina çalakiyên banghêjiyê û birêvebirina erkên hizbî û netewî hilnagirin.
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, tevî sipasîkirin û mandînebûnî gotin bi endam û alîgirên xwe li Rojhilatê Kurdistanê, saxî û silametî û berdewam bûn li birêvebirina erkên hizbî û netewî bo wan hêvî dike.