Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûnek derheq “Şoreşa Jîna”yê li Birîtaniyayê hat lidarxistin

11:09 - 18 Kanûna Paşîn 2023

Roja Sêşemî 27ê Befranbarê, li derheq xwenîşandanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya naskirî bi “Şoreşa Jîna”yê, li Parlemana Birîtaniyayê kombûnek bo Berdevkê PDKÎ “Xalid Ezîzî” û endama Parlemena Birîtaniyayê “Mîrî Gilîndon” li ser lîsteya Partiya Kedkaran hat lidarxistin.

Di destpêka kombûnê de, nûnerê PDKÎ li Birîtaniya “Rizgar Alanî” tevî xêrhatinkirin li “Xalid Ezîzî”, û spasî ji  xwanxêtiya “Mîrî Gilîndon”ê kir; Piştre endamê Grûpa “APG” û lêkolerê pirsa Kurd “Garî Kênt” çend gotinek li ser pirsa Kurd pêşkêş kir û piştre “Mîrî Gilîndon”ê ku birêveberê vê panêlê bû, piştî îşarekirin  bi serhildanên vê dawiyê li Îranê û rola bingehîn a gelê Kurd û Hizba Demokrat li Rojhilatê Kurdistanê ji “Xalid Ezîzî” daxwaz kir ku di vê derheqê de rohnkirinên zêdetir bide.

“Xalid Ezîzî” di kêmtir ji demjmêrekê de karî basek hûr li derheq bûyerên vê dawiyê yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê û rola Hizba Demokrat bona bi hevnêzîktirkirina hêzên azadîxwaz ên Îranê pêşkêş bike.

Herwisa “Xalid Ezîzî” di doma gotinên xwe de ji Parlemena Birîtaniyayê daxwaz kir ku “bo pêkanîn û hatina ser kar a sîstemeke demokrat û azadîxwaz li Îranê hevkariyê bikin” û li beşek din a gotinên xwe de bo beşdarbûyên kombûnê bas ji vê rastiyê kir ku êdî Îrana îro, Îrana çend dehikên berî niha nîne û gelên din ên Îranê jî ew gelên dehikên berê ninin û Ewropa û cîhan divê vê yekê bizanin ku Îran welateke pir netewe ye.

Herwisa hejmarek zêde ji Kurdên çar aliyên Kurdistanê û tev neteweyên din ên Îranê di vê kombûnê de beşdarî kiribûn bi awayekê ku ewlehiya Parlemanê ragihandibû ku bi sedema nebûna cih, neçar mane rêgirî ji hatina beşdarbûyên zêdetir bikin.

Kombûn bi pirsiyarên beşdarbûyan û bersivdanên “Xalid Ezîzî” û Parlemerntera Birîtaniyayê “Mîrî Gilîndon”, bi dawî hat.