Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistana Îranê bi belavkirina peyamekê meşa nemirovane yê rejîma Îranê li derheq givaşên rejîma Îranê bo ser zanayên olî yên meseba Sunî û mamosteyên Kurd li Îranê şermezar kir û ji tev dilsozên welat daxwaz kirine ku piştevanê mamosteyên binçavkirî bin û rê nedin ku wir şûnda siyasetên dije mirovî yên rejîmê ciwan û zanayên me bêser bike.
Di beşek din a vê peyamê de hatiye ku di çend rojên derbasbûyî de hêzên rejîmê mamosteyek din yê bi navê mela “Hesen Fetihî Xizirlekî” pêşnmêjê mizgevta Qizirliyan” yê bajarê “Bokan”ê bi tohmetên sexite binçavkirine û bo girtîgehên xwe veguhastine û herwisa mamosteyek din yê bi navê mela “Yunis Newxwa” xelkê bajarê “Pîranşar”ê ku heyamek beriya niha nêzî 3ê heftiyan hatibû binçavkirin û li dadegên taybet bi mamosteyên olî biriyara standina kincên mamosteyan bi ser de hatiye sepandin, û herwisa hatiye ragihandin ku rejîma Îranê carek din dubare kir ku ne tenê dijî Kurd û mirovahiyê ye belkû, dijî îslama rast û bavirmendên wê ye.
Herwisa di dawiyê de ragihandine ku divê xelk bi yekîtî û dilsozî ve piştevanê zanayên olî û nîştimanperwer bin û bihevre rê ji cinayetên rejîmê li Kurdistanê bigirin.