Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bab Mêndêz: “Komara Îslamî bilî fetisandina ciwanên Îranê ti karekê nake”

12:19 - 18 Kanûna Paşîn 2023

Senatorê payebilind yê Demokrat ê Amarîkayê “Bab Mêndêz” li derheq îdamkirina “Mehdî Mihemedîferd” de got: “Rejîma Îranê kesên wek Mehdî Mihemedîferd ji azadiyê bêpar û îdam dike”.

Senatorê payebilind yê Demokrat ê Amarîkayê “Bab Mêndêz” ku berpirsê Komîteya Pêwendiyên Derve yê Senaya Amerîkayê ye, di roja Sêşemî 27`ê Befranbarê de li ser rûpela xwe ya tora civakiya “Twitter”ê nivîsandiye: “Rejîma Îranê bi cihê handana ciwanên afirankar ên Îranê bo geşekirinê, kesên wek Mehdî Mihemedîferd ji azadiyê bêpar û îdam dike.

Herwisa “Bab Mêndêz” nivîsandiye: “Bi sedema vê yekê ku rejîma Îranê di tevahiya temenê xwe de ti karek bilî fetisandina dengê ciwanan nekiriye, ciwan ji rejîmê bêzar bûne”.

Di vê derheqê de jî Wezîrê Derve yê Amerîkayê “Antonî Blînkên” di hevpeyvîneke rojnamevaniyê de bi tekezî ragihandiye: “Amerîka li derheq îdamkirina hevwelatiyê Îranî-Birîtaniyayî, Elîriza Ekberî ecêbgirtî maye, lê, cinayetên Komara Îslamiya Îranê li dijî xelkê Îranê bi tekezî bê bersiv namînin û “binçavkirinên berfireh, şanoyên bi nav dadgehîkirin, îdamkirinên bikom û tundûtîjiya cinsî” wek alavên serkuta nerazîtiyan, nîşaneyên cinayetên rejîma Îranê li dijî xelkê Îranê ne.