Hêza dagîrker yê Komara Îslamî li bajarê Bokanê bi nihînî pîlanan bo tepeserkirina xelkê dadinên.
Pêka nûçeyên gehîştî bi “Kurdistanmediya”yê roja Sêşemî 27ê Befranbarê hêza tepeserker yê rejîma Îranê bi maşînên bê jimare û bi cilûbergên medenî di nava Fermandariya rejîmê li bajarê “Bokan”ê tên derve û di nava bajar de dimeşin û derdora Fermandariya wî bajarî bi tevahî têlbir kirine û şevane hêzên xwe di nava bajar de cihgîr dike û herwisa xalên vekolînê di nava bajar de zêdetir kiriye.
Herwisa ji aliyek din ve, Fermandariya rejîmê li bajarê “Bokan”ê ev heyama zêdetir ji heftiyekê ye bi hinceta sir û seqemê xwandingehên wî bajarî daxistine, lê, di rastî de rejîm ji xwandekaran jî ditirse.