Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê li Belûçistanê nasnameyê wek alaveke îşkencekirinê bi kar tîne

12:20 - 18 Kanûna Paşîn 2023

Beşek zêde ji xelkê Belûç li Îranê ti nasnameyek nînin û rejîma Îranê bi vê hêcetê bona lipeyketin bo kesên binçavkirî pirsgirêkên zêdetir çê dike û gefa standina nasname ji kesên Belûç ên binçavkirî dixwe.

Komîteya Lipeyketin a Binçavkiriyan di raporekê de roja Sêşemî 27ê Befranbarê belav kiriye: “Bi sedema rêjaye zêde ya kesên bê nasname li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê û pêka nûçeyên belavbûyî ji aliyê berpirsên fermî û çavkaniyên xwecihî, rêjeya kesên bê nasname yên binçavkirî gelek zêde ye û ev yeka, lipeyketin bo rewşa wan binçavkiriyan gelek dijwar kiriye”.

Herwisa di vê raporê de hatitye: “Rejîma Îranê bi sedema nebûna nasnameya hejmarek zêde ji binçavkliriyan, vê yekê wek alaveke îşkencekirinê bi kar tîne”.

Yek ji şêwazên vê îşkencekirinê ev e ku kesên bê nasname, bi hinceta neîranîbûnê, dikevne ber gefa derxistin ji welat û ji kesên xwediyê nasnameyî jî gefa standina nasname ji wan tê xwarin ku ji mafê hevwelatîbûna Îranê bêne bêparkirin û Îdareya Îtila`at a Belûçistanê jî wan bi “erazil û obaş, dizên çekdar û  kesên biyanî” binav dike.

Vê komîteyê belav kiriye ku, navendên dadwerî û ewlehî, desteke vekirîtir bo dadgehîkirin û cudatîdanînan bo sepandina ceza ser kesên bê nasname hene”.