Ebas Kebî bi nav Nûnerê mecila Xibirigan a rejîmê li Xûzistanê, ji komên Şîe yên çekdar yên girêdayî Komara Îslamiya Îranê li Iraqê xwest ku, çalakiyên xwe yên çekdarî yên li dijî Amerîkayê bidomînin.
Herwisa wî melayê rejîmê di daxuyaniya li Besrayê ya ji bo Fermandarê Spaha Quds a terorîst a rejîmê, Qasim Silêmanî ku hat kuşt de, bang li komên Şîe kir ku heta ku Amerîkayê ji Iraqê vekişe çalakiyên xwe yên leşkerî li dijî vî welatî bidomînin.
Girûpên çekdar yên girêdayî Komara Îslamiya Îranê, yên li Îraqê yên weke, “Heşda Şe`ibî û Esayib Ehliheq” li Îraqê berdewam bona têkdana ewlehiya Îraqê û herwisa Hizbulaha Lubnanê û hin girûpên din yên li Sûriye û Yemenê, bi berdewamî û bi pişgîriya rejîma Îranê çalakiyên terorîstî di Rojhilata Navîn de birêve dibin û ewlehî û aramiya herêmê xistine metirsiyê.