Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lidarxistina çalakiyên banghêjiyê li bajarê Şino

12:26 - 18 Kanûna Paşîn 2023

Endam û alîgirên PDKÎ li bajarê “Şino”yê bi hilkevta salroja avakirina Komara Kurdistanê çalakiyên banghêjiyê lidar xistin.

Şeva Sêşemî 27ê Befranbarê, endam û alîgirên PDKÎ li bajarê “Şino” yê bi belavkirina tirakt û siloganên taybet bi 2ê Rêbendanê û herwisa daliqandina pilak kartên taybet bi salroja avakirina yekemîn Komara Kurdistanê, hatina wê roja pîroz bilind nirixandin.

Cihên ku li bajarê Şino çalakî wirda hatine lidarxistin bi wî awayî ne: Gundê Girkaşan nêzî mizgevta û xwandingeha wî gundî, herwisa li gundê Aliyavê li nêzî mizgevt û xwandingeha keçan û piraniya tex û kolanên wî gundî.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, tevî sipasîkirin û mandînebûnî gotin bi endam û alîgirên xwe li Rojhilatê Kurdistanê, saxî û silametî û berdewam bûn li birêvebirina erkên hizbî û netewî bo wan hêvî dike.