Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

di 77emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê de li çendîn bajarên Kurdistanê çalakî hatin lidarxistin

17:07 - 18 Kanûna Paşîn 2023

Bi hilkefta 77emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê li 2ê Rêbendan, li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên berfireh ên banghêjiyê hatin lidarxistin.

Tevî rewşa awarte li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê li bajarên Seqiz, Şino, Mihabad û Pîranşarê, endam û alîgirên Hizba Demokrat çalakiyên berfireh ên banghêjiyê lidar xistin û tevî pîrozkirina roja dîrokiya avakirina yekemîn Komara Kurdistanê, digel şehîdên doza azadiya Kurdistanê soza emegnasiya xwe dubare kirin ku heta bidestveanîna armancên bilind ên Komara Kurdistan û gelê Kurd dest ji tekoşîna xwe hilnegirin.

Li bajarê Şinoyê li devera Nelos û gundê Narê, endam û alîgirên Demokrat bi belavkirina tirakt li vê deverê û lêdana traktên hizbî yên taybet bi 2ê Rêbendanê li pencereya binkeya besîc a “Ehmedî” û navenda tendurstî ya bajarê Nelos û derdorê, 2ê Rêbendanê pîroz kirin.

Herwisa li bajarê Seqizê jî, bi nivîsandina siloganên weke “Bimre Xamineyî, Bijî demokrat û silav li rihê Pêşewa Qazî” li ser dîwarên wî bajarî û şeqaman û belavkirina trakt û posterên taybet bi 2ê Rêbendanê û avêtina traktan bo nav malê xelkê wî bajarî, yada 77emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê bi bilind ragirtin.

Di bajarê Pîranşar û gundê “Bindirê” yê ser bi wî bajarî de jî, traktên hizbî û yên taybet bi 2ê Rêbendanê bi awayeke berfireh hatin belavkirin û bi wî awayî 2ê Rêbendanê pîroz kirin.

Di bajarê Mihabadê de jî, endam û alîgirên Hizba Demokrat li mizgevta “Hacî Xizirî” û derdora vê, Şayigan û derdora vê, rawestigeha 5 a Şayigan, xwendingeha Şayigan, baxê Şayigan û derdora vê alaya Kurdistan, trakt û posterên taybet bi 2ê Rêbendanê belav kirin û bi wî awayî, 77emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê pîroz kirin.