Roja Çarşemî 28`ê Befranbara 1401`ana Rojî(18`ê Kanûna Paşîna 2023`an), xwedêjêrazî “Melek Rehîmî Kehrêz” hevjîna pêşmerge û fermande şehîd “Yarmihemed Tahirî” bi sedema nesaxiyê li bajarê Urmiyê koça dawiyê kir.
Yarmihemed Tahrî fermandeyê Hêza Pêşmergê Kurdistanê û xelkê gundê Kehrîza ser bi navçya Enzel a Urmiyê, li sala 1363`an digel Sadiq Kohî bi destê xwefiroşên rejîmê hatin şehîd kirin.
Herwisa Beybaba Tahrî bavê şehîd Yarmihemed Tahrî jî pêş terorkirina kurê xwe bi destê xwefiroşan di nav baxê xwe de hat teror kirin.
Malbata şehîd Yarmihemed ku malbateke nîştimanperwer in, du birayên wî yên bi navên Şabedîn Tahrî li sala 1374 û Sohrab Tahrî ji li sala 1373`an li girtîgeha Navenda Umriyê de bi destê celadên rejîmê hatin îdamkirin.
Rejîma xwînmijê bi qasî ji mêrxasiya şehîd Yarmihemed Tahrî ditrisiya, hejmarek ji kesûkarên wî yên bi navên, Senar Tahrî, Îsfendiyar Tahrî kurmamên wî û Mihemedemîn Mecîdizade û Fîroz Teqîzade jî îdam kirin.
Hêjayê baskirinê ye ku xwedêjêrazî Melek Rehîmî hevjîna şehîd Yarmihemed Tahrî, hem li dema pêşmergatyetiya Yarmihemed de û hem jî piştî şehîdbûna Yarmihemed û bav û birayên wî, bi destê xwefiroşên rejîmê, tevî rewşa dijwar ya jiyana wî serdemî û givaşên reîjmê yên bo ser malbatê, barek giran li ser milê wê bû, lê, xwedêjêrazî tevî wan hemû dijwariyên jiyan ti carî li hember rejîma dije mirov de serê xwe netewand û weke şêre jinekê xwedî morala nîştimanperwerî û dilsoz, dayîka şehîd Yarmihemed, Sorab û Şabedîn Tahirî û zarokên xwe xwedî kirin.