Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parlemena Ewropayê ji welatên endam di Yekîtiya Ewropayê de daxwaz kir ku Spaha Pasdaran bixin nav lîsteya saziyên terorîstî de

10:40 - 19 Kanûna Paşîn 2023

Roja Çarşemî 28`ê Befranbara 1401`an a Rojî(18`ê Kanûna Paşîn a 2023`an), parlemena Ewropayê biryarnameyek pejrand ku di vê biryarnameyê de ji welatên endam di Yekîtiya Ewropayê de daxwaz kir ku, Spaha Pasdarana rejîma Îranê bixin nav lîsteya reş ya saziyên terorîstî de.

Her di vê pêwendiyê de jî, “Çarilî Wayîmêriz” nûnerê welatê Swêdê li parlemena Ewropa de, li ser rûpela twîtera xwe nivîsî: Piştî vê ku Spaha Pasdarana rejîma Îranê bixînin nav lîşteya terorê de, pêngava me ya piştî vê daxwazkariyê dawî anîn bi gotûbêjkirin a li ser Bercanê ye.

Komîsyona Ewropayê Biryara, bi terorîst nasandina Spaha Pasdarana rejîma Îslamniya Îranê yek alî dike û çavnhêrî vê ne ku welatê Birîtaniya jî di heyfteya bê de Spaha Pasdaran bixe nav lîsteya saziyên terorîstî de.

Her di vê pêwendiyê de, roja Sêşemî “Orzola Fundêr Layn” Berpirsê Komîsyona Ewropayê piştevaniya xwe li derheq bi terorîst nasandina Sapha Padarana rejîmê nîşan daye.