Yekîtiya Pîşeyî ya Mamosteyan û komek ji rêkxiravên Çandî û Medenî bi hilkefta 2ê Rêbendanê, salroja avakirina Komara Kurdistanê, peyamek rû li xelkê mafxwaz yên Kurdistanê, mamoste û çalakvanên Çandî belav kirin.
Di vê peyamê de tevî pîrozbahîkirina roja 2ê Rêbendanê weke hêma û semolek netewî ji xelkê nîştimanperwer yê Kurdistanê bas ji dîroka avakirina Komara Kurdistanê li sala 1324an de hatiye kirin ku yekemîn desthilatdariya siyasî ya Kurd bû li Rojhilatê Kurdistanê ku bi hizr û bîra “Pêşewa Qazîmihemed” û komek nîştimanperwerên din bi rêberiya Partiya Demokrat a Kurdistanê weke yekemîn Komara modern û demokratîk li Rojhilata Navîn de li bajarê Mihabadê hatibû ragihandin.
Herwisa di beşek din a vê peyamê de bas ji destkevtên Komara Kurdistanê yên weke perwerde û xwandin bi zimanê Kurdî, Rojnameyên Kurdî, Sînema û Şano, xwandina jin û keçan, Spaha Milî û Hêza Pêşmerge û … hwd, ku bo yekemîn car di dîroka siyasiya Kurd de di bin siya Komara Kurdistanê hatin tomarkirin, lêwma, divê serhildana şoreşa “Jîna”yê li Rojhilatê Kurdiatnê mîratgir û domekerê rêbaz û armancên Komara Kurdistanê be.
Di dawiya peyama Yekîtiya Pîşeyî ya Mamosteyan û komek rêkxiravên din yên Çandî û Medenî digel rêbaz û armanca Komara Kurdistanê peyman hat nûkirin.