Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piraniya xelkê Îranê ji çûna bo Hecê paşkes bûne

11:24 - 19 Kanûna Paşîn 2023

Roja Çarşemî 28`ê Befranbara 1401`ana Rojî(18`ê Kanûna Paşîna 2023`an), Sadiq Husênî Serokê Saziya heciyan ya rejîmê eşkere kiriye ku, piraniya welatiyên ku bo çûna hec û cihê tiafê yên li Erebistan û Îraq û Sûriyê ku navnivîsî kirbûn paşkes bûne û naxwazin seredana wan cihên mesebî bikin.

Wî berpirsê rejîmê paşkesbûna welatiyan bûna çûna bo hec û cihên mesebî yên li welatên cîran de, bilind û nişîv bûna nirxa pere ragihandiye û gotiye, mezaxta çûna hecê ku berê 2 milyon û 700 Hezar Tumen bû, niha gihîştiye 4 milyon Tumenî bi balafirê jî 11 heta 13 miylon e.

Di heman demê de, çavdêr dibêjin ku her çend daketina nirxê perê neteweyî yê Îranê, Rial, li hember perê biyanî, yek ji sedemên nerazîbûna Îraniyan ji beşdariya di merasima hecê ya Erebistanê de ye, lê, tepeserkirin û tundûtûjiya kujer ji aliyê hikûmetê ve li reftarên bi xwenîşanderên dijî hikûmetê re faktereke girîngtir e ku heta gelek kesên girêdayî wê ku qada gewr an bêalî ya civakê ne û hin alîgirên hikûmetê jî ji siyaset û maşîna propagandeya rejîmê ev dilgiran û bêhêvî kirine.