Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên banghêjî bi hilkevta 2ê Rêbendanê li bajarê Rojhilatê Kurdistanê berdewam in

11:26 - 19 Kanûna Paşîn 2023

Endam û alîgirên PDKÎ li bajarên “Mihabad, Pîranşar û Merîwan”ê bi hilkefta 2ê Rêbendanê salroja avakirina Komara Kurdistanê çalakiyek banghêjî lidar xistin.

Şeva Çarşemî 28ê Befranbarê, endam û alîgirên PDKÎ li bajarên “Mihabad, Pîranşar û Merîwan”ê bi belavkirina tirakt û siloganên taybet bi 2ê Rêbendanê û herwisa daliqandina pilak kartên taybet bi salroja yekemîn Komara Kurdistanê, û hatina vê roja pîroz bilind nirxandin.

Ew cihên ku li bajarê Pîranşarê çalakî wir de hatine lidarxistin wiha ne: “Girdiksipiyan, Peswê, Serînçavê, Serokanî, Endêzê, Şînavê û Balaşar, gundê Qebirê Husên, mizgevit, Bêhdaşt, xwandingeha Xirape,”

Herwisa evîndarên rêbaza Qazî û PDKÎ, li bajarê Mihabadê, li cihên weke: “Guyktepe ya Şarwêranê, gundê Dêmeweran, Mehalî Şazde, çalakiyên taybet bi 2ê Rêbendanê lidar xistin.

Li bajarê “Merîwan”ê endam û alîgirên PDKÎ bi bilindkirina alaya Kurdistanê û belavkirina tirak û siloganên taybet û herwisa belavkirina sirûdên şoreşgerî yad û bîra wê rojê bilind ragirtin.

PDKÎ tevî sipas kirin û mandînebûnyî gotin bi endam û alîgirên xwe li navxweyî welat de hêviya saxî û tendirûstiyê û berdewam bûn ji birêvebirina erkên hizbî û netewî bo wan dixwaze.