Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di erdheja bajarê Xoyî de 130 kes birîndar bûn

11:40 - 19 Kanûna Paşîn 2023

Li bajarê Xoyê ya ser bi parêzgeha Urmiyê di bûyera erdhejê de herî kêm 130 kes birîndar bûne û zêdetir ji 500 avahiyan jî zirar dîtine.

Roja Çarşemê 28`ê Befranbara 1401`ana Rojî(18`ê Kanûna Paşîna 2023`an), erdhejek bi pileya 5.4 rîxtir li bajarê Xoyî rû da û di encamê de nêzî 130 kes birîndar bûn û nêzî 500 avahiyan jî zirar dîtin.

Herwisa 15 gundên nêzî bajarê Xoyî, bi sedema erdhejê zirar dîtine û karbidestên rejîmê yên di wî bajarî de ragihandine ku rêjeya ziraran piştire dê bê ragihandin.

Di meha Rezbera îsal de jî, bi sedema bûyera erdheja bi pileya 5.4 rîxtirî li bajarê Xoyî, 528 kes birîndar bûn.

Bûyerên sirûştî li Îranê bi sedema nestandardbûna avahiyan û rê û ban û girîngî nedana karbidestên rejîma Îran, hertim zêdetirîn zirar li pey hebûye û ev yek jî neşiyana zêdetir a rejîmê nîşan dide.