Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parlemena Ewropayê biryarnameya bi terorîst nasandina Spaha Pasdaran pejrand

16:13 - 19 Kanûna Paşîn 2023

Roja Pêcşemî 29`ê Befranbara 1401`an a Rojî(19`ê Kanûna Paşîn a 2023`an), parlemena Ewropayê biryarnameya bi terorîst nasandina Spaha Pasdarana rejîma Îranê pejrand û di vê biryarnameyê de daxwaz hatiye kirin ku ji xwenîşanderên Îranê pitevanî bê kirin û Îraniyên derveyî welat jî bên parastin.

Herwisa lêkolînkirin û dengdan bo vê biryarnameyê Îro Pêncşemî 29`ê Befranbarê(19`ê Kanûna Paşîn) bêrêve çû û duh jî piraniya nûnerên parlemena Ewropayê bona bi terorîst nasandina Spaha Pasdaran weke saziyeke terorîstî di cîhanê de dengê erê dan.

Her di vê pêwendiyê de, roja Sêşemî “Orzola Fundêr Layn” Berpirsê Komîsyona Ewropayê piştevaniya xwe li derheq bi terorîst nasandina Sapha Padarana rejîmê nîşan da.