Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê bajarê Mihabadê li ser tirba şehîd “Şemal Xedîrîpûr” amade bûn

16:41 - 2 Kanûna Paşîn 2023

Îro Duşemî 12`ê Befranbarê xelkê xwedî şeref yên bajarê “Mihabad”ê di çileya şehîd (Mihemedemîn) naskirî bi  “Şemal Xedîrîpûr” li ser tirba wî amadebûn û bihevre digel rê û rêbaza şehîd “Şemal” û tev şehîdên Kurdistanê peyman nû kirin û rêz ji xwîna şehîdan girtin.

Di rêûresima çileya şehîd “Şemal” de hevjîna wê helbeseke “Şêrok Bêkes” pêşkeşî amadebûyan kir û di dawiyê de rû li xelkê got ku ez serbilind ku te li rêya ax û nîştimana xwe de canê xwê gorî kir û ez weke hemû jinê şehîdên Kurdistanê şanziyê dikim ku jina şehîd im.

Piştî pêşkêşkirina wan gotinan welatiyên amadebûyî bi hevre silogana “Şehîd namire” dan.

Herwisa xelkê amadebûyî bihevre li ser tirba şehîdan sirûda dijmin şikên ya “Ey reqîb” xwandin û tiris xistine nava dilê dijmin de.

Ji aliyek din ve xelkê beşdar kerib û kîna xwe ji dijimê gel û nîştiman nîşandan û bi hervre li dijî rejîmê û wilayeta Xamineyî silogan dan.

Beşdariya keç û jinan di vê rûresimê û rêûresmên din û amadebûn li şeqaman bi ciwanî xuyaye ku, jinên bivêr îro carek din destanrêsî afirandin û bi beşdariyek zêde bi kincên kurdî û axabaniyan egemdariya xwe bo rêbaza şehîdan nîşandan û bihevre silogana “Rabe bajarê pêşewa qazî” dan.