Îro Pêncşemî 29ê Befranbarê xelkê bajarê “Dêwilan”ê di çileya şehîd “Şadiman Ehmedî”de li ser tirba wî şehîdî amadebûn û rêz ji xwîna wî şehîdî girtin û rê nedan ku malbata wî şehîdî bi tenê bin.
Di çileya şehîd “Şadiman Ehmedî” ku hejmarek zêde ji xelkê beşdarbûn bi hev re li dijî rejîmê siloganên weke “Mirin bo Spahê, mirin bo Xamineyî” dan û herwisa bi belavkirina pilak kartên ku li ser hatibûne nivîsandin “Kurd û Tirk û Azerî azadî û beraberî” digel rêbaza şehîdan û nimaza şehîdên şoreşa “Jîna”yê peyman nû kirin.
“Şadiman Ehmedî” welatiyê bajarê “Dêwilan”ê li rêkevta 17ê Sermawezê di girtîgehên rejîma Îranê di bin îşkenceyên hêzên hov yên rejîmê de canê xwe ji dest da û tevlî karwana şehîdan bû.